Friday, November 20, 2020

deh rêzikên nivîsînê ji margaret atwoodê

deh  rêzikên nivîsînê

1. Pênûszirêçekê hilgirin da ku hûn di balafirê de binivîsin. Pênûsên bi mirekkeb didolipin. Lêbelê, heke pênûsa we bişikê, hûn nikarin tûj bikin, lewra hûn nikarin kêrê bi xwe re têxin balafirê. Ji ber vê, du pênûsan hilgirin bi xwe re.

2. Heke her du heb pênûsên we jî bişikên, hûn dikarin bi saya hesinekî yan jî perçeyeke camî devê pênûsa xwe hinekî tûj bikin.

3. Tiştinan ji bo lênivisînê hilgirin. Kaxêz baş e, lê car caran parçeyên darîn yan jî piyê we jî dibe.

4. Ger hûn kompûter bi kar tînin, nivîsen xwe qeyd bikin, yan jî li bîrbarekî bar kin.

5. Ji bo pişta xwe temrînan bikin, çiku êş balbelavker e.

6. Bala xwendevan bikişînin û nehêlin ku belav bibe (Ji bo vê dive hûn pêşî bala xwe zindî bihêlin.). Lêbelê, hûn nizanin kî xwendevan e, mîna ku di tariyê de bidin dû masiyan.

7. Bila li ba we ferhengek, pirtûkeke rêzimanî û destikeke li ser rastiyê hebe.

8. Çiku we bi destên xwe nivisiye, li hember ew rûpel a pêşîn a çêjdar hûn nikarin bêalî bimînin. Hûn li paş perdê bûn, we dît çawa ew kîvroşk ketin hundirê şewqê. Ji ber vê yekê, berî hûn pirtûka xwe bidin weşangeran bila yek an du hevalên we bixwînin. Lê, bila bi wan hevalên we re peywendiyeke dilî/hestî tune be, bes ku hûn di rêya veqetîneke de bin.

9. Dema hûn winda bûn di nav daristanê de rûnenin, di şopê xwe de paşve herin û bigihêjin cihê ku we rêya xwe şaş kiriye. Li vir, bikevin rêyeke din. Û/Yan karakterê xwe biguherin. Demê biguherin. Rûpela pêşî biguherin.

10. Dia belkî bifêde bin. Yan jî xwendina tiştên cuda. Yan jî xeyala bênavber a pirtûkeke qediyayî û çapbûyî.

Margaret Atwood

Tuesday, November 17, 2020

destpêk û silav

Ji zû û zû ve nêta min hebû dest bi nivîsê bikim.

Heta vê demê çima sekinîm, jê dûr mam, nizanim.

Lê, wek ku îngîlîzan dibêjin "better late than never" yan jî tiştekî mîna vê bû :) Yanê bi kurmancî "derengî ji qet nebûnê çêtir e" (bila ev werger jî hema wiha be :))

Ez wê çi binivîsim? Ku çi hat wê; çîrok, helbest, ziman, werger, nîşe, bîranîn û hwd. Ango, çi di tûrê min de hebe, ew.

Bi kurtasî, wek rehmetî remzî matûr ji min re gotibû û min heta niha bi a wî nekiribû, "ku çi bibe bila bibe, bes binivîse."

Bi qasî ji destê min were, dixwazim binivîsim.

Ka em binêrin.