Saturday, December 26, 2020

heqaret

kifrî / çêr / zêf / dijûn û her cure peyvên/ qiseyên êrîşkar ji kêmasiya mêjîyî / zimanî dizê.
nîşana, acziyetê ye; ne me'rîfet e.

Friday, December 25, 2020

firsend

her firsend, firsenda dawî ye.
ji ber ku, kes nizane wê kengî bimire û ger bimîne jî nizane ku wê careke din firsendek bi destkeve yan na.

Saturday, December 19, 2020

li ser pirtûka 'Nûbar'ê ya Wezîrê Nadirî

yek ji sedemên vekirina blogê nivîsîna nîşeyên xwedninên xwe bû.

di vî warî de, pirtûka min ya yekem a Wezîrê Nadirî bi navê Nûbar e. 

pirtûk, ji alîyê weşanên Nûbiharê ve di sala 2016an de hatîye çapkirin. 'eslê wê bi Kurmancî û tîpên kîrîlî hatîye nivîsîn û ji alîyê Mehmed Emîn Hêvîdar ve bi tîpên hatîye transkrîbekirin.

di pirtûkê de him çîrok him jî helbestên nivîskêr hene.

çîrok, kurt û sivik in, û sade ne. xwendin û fehmkirina wan hêsan e. zêdetir, derbarê jîyana kurdên sovyetê ne. mirov, ji çîrokan hînî hinek taybetîyên jîyana sovyetî dibe. bi vî awayî, çîrokên balkêş in. 

helbestên Nadirî, wek ku di pêşgotinê de jî tê gotin, ji helbestan zêde wek çîrokan in. ango, mirov dikare bi vê nêrînê bixwîne.

ji alîyê zimên ve, bilêvkirina hinek dengan/peyvan dişibe ya Semsûrîyan. 😊
divê bê notkirin, dema ev çîrok û helbest hatine nivîsîn dorê 1930an e. hê derbarê kurdîya latinî de kêm tişt hene. rêzikên nivîsê jî hê yan tune ne yan jî kêm in.


sefîliya mêraniyê

nemehremî, ji bo mêran jî heye.
dema nîqaş li ser vê tê kirin, divê em vê rastîyê ji bîr nekin.

sefîliya mêr û mêraniyê helbet ne li ber çavan e, lewra wan ji pergala carî gelek berjewendîyên neheq wergirtin û hê jî werdigirin.

lê, ev yek divê nêrîn û fikirîna mirovên heqnas û biûcdan neherimîne.

xwezanîn

 xwezanîn, xwedêzanîn e.

xwe nezanî, xwedê jî nizanî.

xwe zanibe, paşê derkeve meydana zanîn. 

edeb

cir, edeb e.
cirnexweş, bêdeb/kêmedeb/kemedeb e.
kî bî, xwedîyê çi bî, çi/qas zanibî ger cirxweş nebî me qebûl î, ne meqbûl î.
here xwe çêke dîsa were dergeya edebê.

Friday, December 18, 2020

mirov çi ye?

her ku diçe zêdetir dibe, girantir dibe.

dixwazî birevî, lê çi fêde? ne lingên te ne jî pîyên te digirin.

ku pî û ling nebin meriv dikare bireve gelo? yan bimeşe?

na, nexêr!

em însan in, mixabin. jarî û belengazîya me kifş e, li ber çava ye.

lê bîr, bawerî, hêvî û xeyal jî para me ye. em bi van hene; ne bi per û baskan, pî û lingan.

mirov, ne heywan e.

Tuesday, December 1, 2020

kurd

çend gotin û peyv li ser Kurdan

"binavkirina 'pirsgirêka Kurd', ji ziman û hişekî Kurdekî/a serfiraz nazê. ev, nîşana binhişeke bindest e. zimanê serdestan e."

"mêjî û dilê Kurdan ne zelal e; şêlû ye. heta ku ev zelalî çênebe pêşveçûn, serfirazî, desthilat xeyal e."

"kurd bindest û perçe perçe ne, lê wek desthilatdar û xwedandewletan tevdigerin û sîyasetê dikin."

"wergerîna pirtûk û berhemên kurdî bo zimanekî bişafker/serdest li ser kurdî xizmetkarîya bişafker û serdestan e."

"xwe-bişaftin"

"polîtîk xweşakirin" 

"kurd gurê kurd e"

"dergûşa şaristanîyê"

#kurd #gotin_û_peyv

gotin_û_peyv

Ger bê pirsîn ka sedemên sereke bo vekirina blogekê çi ne, helbet parvekirina fikr û ramanên şexsî jî divê bê jimartin.

Dema qala tiştên şexsî tê kirin jî, çi di tûrê kê de hebe bi qasî wê ye. Di rewşeke wiha de tûr yan jî têr, dibe wek sindoqa gencîneya mirov e. Tûr êdi ne tûrê gênim, têr jî ne têra kerê ye. 

Taybetîya tûr û têrê a hevpar çi ye? Ew e ku, mirov çi tixe bi wî tije dibe. Lê dema qal were ser tûrê mirov xwedîyê tûr xwedî îradeya hilbijartinê ye. Ferqa yan jî cîyawaziya însanbûnê jî ev îrade ye.

 Nêta min çi bû bi vê?

Dema min ev blog vekir, çend armancên min hebûn. Yek ji van qeydkirina hinek gotinên xwe bû. Lewra, naxwazim ji bîr bikim.

Ji bo nebe wek bohçika qereçîyan ez dê di bin hinek sernavan de wan gotinan kom bikim.

Wek mînak: #kurd, #kurdî, #derûn, #ol hwd.

Îro ez dê dest bi van qeydan bikim û dixwazim bi awayekî domdar binivîsim.

#gotin_û_peyv