Friday, January 22, 2021

mirî

diya min got: "lawo, em çend sal in li ber bihîstina dengê te û axaftina te bûn."
qey ez mirî bûm.

Saturday, January 16, 2021

weledên zindiyan

weledên zindiyan
li benda miriyan bûn
di tirbên xwe de

Saturday, January 2, 2021

heftê û sê salî bû

ji ber şeyba koronayê derketina derve qedexe ye; tenê hinek rojan di navbera hinek saetan de em dikarin derkevin.

îro di saeta serbest de derketim, çûme bankayê, ji bo nên û cixarê hinek pere kişandin, ketim marketê, tiştên lazim kirrîn, derketim.

li ser rêya vegerê, ji mizgeftê tabûtek derdixistin, geremolek hebû. yekî bi dengekî bilind çend caran dubare kir:
"heftê û sê salî bû!"

Friday, January 1, 2021

beşer û însan

'însaniyet' (însanbûn) li ser 'beşeriyetê' ava dibe.

însan ji beşer zêdetir e, lê ne jê cuda ye. ango her beşer ne însan e, 
lê her însan kêmzêde beşer e jî.

beşer bingehê/ forma 'ewilîn a însên e, însan forma pêşketî ya beşer e.

ji ber vê, beriyê însanên ne/kêmkamil her ber bi beşerbûnê ve ye.

ravekirin

bawerî, fîlosofî û zanist ne bijartekên/alternatîfên hev in.

ji ber wê, bi min, her yek ji van xwedî rê, rêbaz û rêgezên cihê ne.

ne hewce ye meriv bide ber hev, û yekî bi ê din rave bike.

bilindahî û nizmahî

her çawa bawerkirin mirov ji êkdin bilind û nizm nake, bawernekirin jî nake.

bilindahî û nizmahî hîs û fikr in, ne rast in.

dev ji van tiştên vala berdin ji kerema xwe.
karên me hene, barên me hene.