Sunday, February 21, 2021

ziman

 ziman, bi min, bûn e, hebûn e, xwebûn e.

mirov bi zimên heye.

zimanê mirov çi be, mirov jî ew e, çiqas be, ewqas e.

#RojaZimaneZikmakiYaCihane 

#InternationalMotherLanguageDay

Saturday, February 13, 2021

lava, ji zaliman nabe!

ji bo danûstandinê divê kesê kirrîdar firoşkar li ser kirrîn û firotinê li hev bên.
zimanê têkiliyê, li gorî hebûn û tunebûna zemîneke hevbeş qalib digire.
avakirina zimanekî hevbeş, di platformeke/zemîneke hevbeş divêt. jixwe, ev yek, bingeha ragihandinê ye.

di vê babê de, li hember mirov, kesayetî, qewm, civat, civak, netewe û hemû kom û komikên serdest, desthilatdar, zordest, bişafker, dagirker, zilmkar û hwd. zimanê bindestan nabe ku wek yê wan be. Lewra ew ziman ne zimanê hevbeş e, zemîn a ku her du alî zimanê xwe ava dikin û bi kar tînin ne yek in, bîleqs ziddê hev in.

wek mînak: kesek, bi darê zorê bikeve malekê, jê dernekeve û di ser de jî zehmet û azarê bide xwediyê malê, zimanê xwediyê malê nabe ku li ber bigere, lava bike, yan jî dawa heq û neheqiyê bike. Lewra, jixwe kesê mitecawiz dizane ku çi dike, hay ji xwe û kiryarên xwe heye.

li hember wan kiryaran û kirdaran, zimanê berxwedaniyê û têkoşînê divêt. nebe, nabe.

lava, ji zaliman nabe!


hizrên tenêtiyê

li ser mijara Kurdînezaniya zar û zêç, meriv û mal, xizm û eqrebayên hinek Kurdan, nexasim yên liberçav: "nirxa her kesekî ji xwe ye û bi serê xwe ye."

***

derdên dagirker û bişafkerên we û hûn çiyê hev in?
heya hûn "wan" û "xwe" ji hev neveqetînin "hûn" çi ne, "hûn" hene yan tunene?

***

nirxa/namûsa gotinê/şorê/sozê û ya xwediyê wê ji hev cihê ne; divê ji hev bêtin veqetandin.

***

nirx û namûs û kesayetiya netewe ji yên endamên wê cihê ne. netewe, ji kesan zêdetir û mezintir e; ne hejmar e, pêjn û fikr e.

***

heke dest ne destê "xwe" be, bindestî û xwebûn çiyê hev in?

***

heke tu negirî, çima ez li te rêzê bigirim? heke tu tuneyî, rêzê li çi bigirim?

***

kubarî, helwestek e, bilindahiyek e; ne tirsonekî ye, ne nizmî ye. ji bı kesên fehmker!

***

nobranî, ne mêranî û/yan wêrekî ye; nezanî û tirsonekî ye.

*30ê Rebendanê sala 2021an*

xuyaye Xwedê û hêzên xwedayî ji me hez nakin. nebe, çima ewqas mirovên xwedayî çima bimirin û yên şeytanî çima bijîn!? 14ê Rebendanê, 2021


Saturday, February 6, 2021

doxû û gûneydoxû

Dema li zanîngehê bûm, derheqê şaîrê Tirk Can Yücel vegotineke wiha hebû:
Stranbêjeke Tirk ê navdar gotiye ku "Nazim Hîkmet jî bûye şaîrê qertpostalan. Bêyî wê tu nirxa wî tuneye."
Can Yücel, yên dizanin dizanin, mirovekî kifrîbaz bû. Çima ku jê hatiye pirsîn ka dixwaze li ser gotina stranbêjê çi bêje, zilêm virda wêda nekiriye, gotiye:
"qert jî di wê keve, postal jî!"

Dema peyvên Doxû û Gûneydoxu dibihîzim yan dixwînim heman tişt tê serî zimanê min, car caran xwe nagirim bi devekî tijî dibêjim:
"Doxû jî di te keve, gûneydoxû jî!"