Wednesday, May 25, 2022

pesenda civakî

mêrik hatiye şêst, belkî heftê, saliya xwe, hêj li benda "pesenda civakî/cimatî/malbatî" ye.

ango, "nebûye", "nekemiliye".

welle, keko, em ne diya we ne!

diya we jî ji du saliyê şûnde pêsîra xwe ji we re venake.

nebû ev 'birçitiya' we xelas be!

Friday, May 20, 2022

îşê Xwedê

meleyê gund, çav berdane jineke zewicî. vir de wê de, ketiye paşila jinikê jî.
çawa bûye, lawikê jinikê ev yek bihistiye. çûye cem bavê xwe, gotiye hal û mesele ev e.
bavê gotiye, "destê me de, ji Xwedê re berde, ew ê cizayê mele bidê."
lêwik, gura bavê xwe nekiriye, daye dû mele. dema mele derketiye ser mînarê ku azanê bixwîne, xwe gihandiye wî û avêtiye jêr. Mele miriye.
Lawik vegeriyaye malê, xebera mirina mele daye bavê xwe, lê negotiye ku min kuştiye.
Bavê gotiye, "lawo, min ji te re negot ji Xwedê re berdê, te dît çi anî serê wî!?"
Lêwik li bavê vegerandiye, gotiye, "welle bavo, ku em li benda Xwedê bimana, ê mele hîn pirr di diya me nihaya."
...
ev çîrok, duh li Destarê mamosteyekî teqawît ji min re vegot. navê wî Sadullah bû. Xweda temenê wî dirêj, umrê wî bi xêr bike.

Wednesday, May 4, 2022

rêyên Kurdan

dibêm: em Kurdên Bakurî li deviya çaterêyekê ne. Şaxek, bi hemû amrazên meşrû ber bi têkoşîneke nû diçe. A din, (a carî) li ser rêya "terorî"/ krîmînal dewamkirin e.
A dawî, dev ji têkoşînê berdan û ber bi ne'metên dinyayê çûyîn e. Ango, qebûla asîmîlasyonê ye.

Rêya yekem, vedamezrandinê divê. Wek îskana nîvçe; pêşî divê ava heyî bê valakirin, paşê ji nû ve dest bi tijekirinê bê kirin. Bo min, rêya tekane ev e. Ne ku niha vê dibêjim, qet nebe bîst salan vir ve heman tiştî dibêjim.

Rêya duyem, a kes, rêxistin, partî û dewlet dixwazin e. Çiku terorîzekirina têkoşîneke meşrû, herî zêde li îşê wan tê.

Rêya sêyem, qebûlkirina asîmîlasyonê û windabûnê ye, ku her tişt li aliyekî, helbet ne tiştekî hêsan e.

A rast, neyar û nedostên me (ên navxweyî jî) dixwazin bi şiklekî ji Kurdan xwe xelas bikin. Lê him çiku ne pêkan e him jî çiku dixwazin dest ji berjewendiyên xwe bernedin çiqas zêde bajo û di rojevê de bimîne bo wan baştir e.


İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...