serê min dixure, dixwazim destê xwe biavêjim û bixurînim, lê, geh serê xwe nabînim geh destê xwe, dawiya dawî destê min li cihê xwe dimîne, serê min jî hêj dixure. 👌
Wednesday, July 20, 2022
Sunday, July 17, 2022
li ser halê Adiyamanê
li ser Adiyamanê hinek nîşe:
*Tirkî, cihê Kurmanciyê dagir dike/ kiriye, nexasim di nav zarokan de.
*Çanda dagirker/mêtinger/bişafker tehekkuma xwe qewîn kiriye
*Meseleya Kurdbûnê/Kurdmayînê, hema bêje qet ne xema mirovên jirêzê ye,
*Yên zimanbiyan, bi zimanê xwe dikevin nav cimatê/civakê û fêrî Kurdbûnê naxin nav rojeva xwe, di ser de ên Tirkînezan, bona xatirê wan hewl didin ku fêrî zimanê Tirkî bin,
*Daxwazeke vala bo jiyaneke Tirkewar heye, ev, rê li xwe-bişaftinê û xwe-kolonîzekirinê vekiriye,
*nexasim di nav civata nifşên nû de arîşeyên malbatî/famîlyayî gelek zêde û giran in,
*rêjeya sûcbariyê gelek zêde bûye, hem jî curên sûcan,
*hema bêje tu kes bi dilî û bi rêkûpêkî naxwîne,
*"çanda qehwê" êpê berbelav e,
çiku bi minasebeta wefata apê min Sofî Sefer, ez demekê li Adiyamanê û gundê me mam, min ev nîşe girtin.
Subscribe to:
Posts (Atom)
bêhna xizaniyê
ji çavên mirovan bêhna xizaniyê tê.
-
Zahîde Xan, xwesûya min e. Keça Xatûnê. Bi xwe jî xatûnek e. Liv û tevgera xwe her xatûnkî ye. Di jiyana min de kesayeteke taybet e, erênî û...
-
Meramımı açık/ safi etmek adına, her iki sıfatın TDK sözlükteki tanımlarını ekliyorum. Bir şerhle, ki o da şudur: Tanımlarda 'niyet'...
-
extiyarên mala jêrî me, kombîyê xwe li hin odeyan digirin; odeya biçûk (odeya zarokan), odeya razanê û salon. li cihê din yên malê zivistana...