(li ser tayînkirina seroka nû ya Bankeya Navendî ya Tirkiyeyê)
Welatên wek Tirkiyeyê, anku dinyaya sêyemîn, di bin zexta sermayeya navneteweyî de ne.
Rêveberiyên van welatan, bi dest û rizaya sermayeyê tên ser kar û dîsa bi destê wan diçin.
Di welatên bi vî rengî de 'umrê rêvebiran bi qasî razîkirina sermayeyê ye.
Heger ez bi awayekî din bêjim, sermaye, xwedayê dinyaya sêyemîn e; kê bixwaze wî diafirîne, û kê bixwaze wî dikuje.
Bo Tirkiyeyê, ev halûsînasyona ku hikumetê di bîst salan de avakiriye û bi gelê xwe daye qebûlkirin, ev retorîkên ku hatine avakirin, hemû ji aqilê sermayeyê derdikevin.
Em, vî aqilî, di sûretê rêvebiran de dibînin.
Dîsa, li Tirkiyeyê ji mêj ve xetên navendî û sereke ên siyasî bi heman aqilî, bes bi destên qaşo desthilatdaran, hatine avakirin û hilweşandin.
Vê jî bêjim, bila şora min nîvçe nemîne:
Dema dibêjim xet û tevgerên sereke yên siyasî, Kurd û siyaseta wan ji vê ne azade ye.
Bi taybetî, xeta navendî ya siyasî ya Kurdan jî di heman tûrî de ye.
Dema behsa van mijaran vedibe û rastî nîqaşên bi vî rengî têm, ev tiştan (ev rastiyan) tên bîra min.