Wednesday, July 26, 2023

rojinîvîsk

çiku vî hefteyî naşixulim, dixwazim ew tengijîna li ser laş û ruhê xwe hinekî rakim, dermanê wê jî livdarî ye.
îro, ji demeke dirêj şûn ve bi dilê xwe derketim û geriyam.
bilî ku germ bû jî, pirr baş bû bo min, taybetî ji aliyê derûnî ve.
bandoreke mezin, lê nexuyabar, li ser derûniya mirovên ku wekî min ji malê dişixulin tengijîna derûnî ye mixabin. heke mirov tevdîrên xwe negire hêdî hêdî mezin û xurt dibe. gelek caran wekî pirsgirêkên mezintir rû dide, wek mînak depresyon, anksiyete û hwd.
ev tengijîn jî, bi ya min, ji dûrbûna ji însanan derdikeve. sewa wê, divê mirov rê û rêbazên têkiliyên navînsanî ava bike û bi awayekî çalak bi kar bîne.
wer xuya ye ku bêyî vê jî derman nîn e.

nûdestar

li Enqereyê cihekî ku ez bi dilekî rihet diçim û têm #nûdestar e.
her çend ku ji zû ve ye neçûbim jî, dema çend rojan û îro çûm dîsa ew tehma xwe û germiya xwe li ser bû.
erê, hewce ye cihên bi vî rengî zêde bibin li vî bajarî, lê ka.
Enqere, ji mêj ve rê nade ku #Kurd û #Kurdayetî şîn bibe, jixwe Kurdên li vî bajarî jî zêde serê xwe bi vê naêşînin.

papazın bağı

li #Enqereyê cihek heye, navê wê #PapazınBağı ye.
gotin cihekî gelkî kevin e, qet nebe sîh sal 'emrê wê heye.
bexçeyek e, kirine kafe.
bêhna gund jê dihat.
ji gund û gundewariya min gelek tişt bi bîra min xist.
heke dem hebe, herin rûnin, bixwin, vexwin.