Li Ser "Labîrenta Cinan" a Hesenê Metê
Digotin 'Keça Yazê bi cinan ketiye', Keça Kemêl yanê. Kemalê ku digot 'Ji bo nimêje nerin camiyê, werin odeya min, qet nebe ji camiyê germtir e.'
'Keça Yazê' bi cinan ketibû. Çend rojan di ziyareta gund de ma, çû cem çend xoce û şêxan, nizanim.
Rojekê mîn dît, (û ter ji bîr nekir) Keça Yazê satilên xwe ên tijî av, li tarê paş gund danîn erdê û bi devekî tijî dest bi zêfan kir, li aliyekî ve jî dorhêla satilên xwe kevir kirin. Lazim e ku cin bûn hatibûn ser rêya wê, ew û xwedê zanin.
Ji ser re êpê derbas bû, terî kêm sîh û hinek sal yanê. Dema min kitêba Labîrenta Cinan xwend, Keça Yazê û ev dîmena hanê dîsa hate ber çavên min.
Jixwe, dema meriv kitêbê dixwîne, hema hema her dîmena ku nivîskar xwestiyê bi peyv û hevokên xwe xêz bike tên ber çavên xwendevên.
Hesenê Metê, digel ku dema nivîsandina Labîrenta Cinan de dorê sîh û pênc saliya xwe de bûye, bi awayekî serkeftî çîroka xwe di mêjiyê xwendevên de dide xêzkirin. Belkî jî, ji ber ku çîrokên xwe û yên me hevpar in. Çiku, civaka wê demê ya bakurê Welatê Rojê ne mîna niha ji hev dûr bû. Çi bû ji wan deman şûnde bû.
Ji ber ku kitêba pêşîn ya nivîskêr e, Hesenê Metê, tiştek 'neafirandiye', lê 'vegotiye'. Belî ye ku xwestiye tiştekî bi xwendevanan bide zanîn/nasîn, ji xwe pirr tişt lê zêde nekirine. Wekî din, xwendevan hîs dike ku nivîskar hê î di seriya nivîskariya xwe de ye.
Labîrenta Cinan, ji çîrok û serpêhatiyên li dorê mamosteyekî gundekî Kurdan, di salên 80yî yan 90î de pêk tê. Mamoste Kevanot û hevjîna wî Nergisa koçer diçin gundekî bo wezîfeyê û heta dawiya kitêbê jî li wir dimînin.
Gebranê Baço jî qerekterekî sereke ye di çîrokê de. Gebran, ji ber sedemên malbatî xwendekariya zaningehê berdaye û vegeriyaye gund. Debara wî bi gund û gundiyan re nabe. Li ser gund, gunditiyê û tiştên ecêb ên wî gundî çendekî bi Kevanot re suhbetan dikin, lê li hev nayên.
Mirov dibe ku bêje Kevanot û Gebran, endamên nifşa pêşî ya xwende ye bo Kurdan. Ji ber wê jî, xwediyê îdealîzmeke ne-realîstîk in.
Piştî barkirina Gebranê ciyawaz, Kevanot hêdî hêdî di nav aşê gund û gundîtiyê de tê hêrîn. Belkî ji gundiyan zêde hûr dibe.
Zimanê Hesenê Metê, xwendevan dibe Welatê Kurdan. Xwezayî ye, Kurdî ye, ne çêkirî ye, xwediyê tehmeke cuda ye.
Ji aliyê vegotinê ve, qet xwe virde wêde nade, qest û mebesta xwe çi be, rasterast dibêje. Nade dû 'edebiyateke bilind'.
Labîrenta Cinan, Hesenê Metê, Weşanên Peywend, Çapa Pêncan, 2019, Stenbol
No comments:
Post a Comment