Wednesday, April 27, 2022

xwedîhêz bûn/nebûn

dema xelkek xwedîhêz/xwedîdewlet dibe her tişt bi awayekî din bi rê diçe:
mînak, tu çiqas stranên/klîbên tewş çêkî jî dîsa tê firotin/temaşekirin.

tê bêjî te çima ev got.
car caran li hejmarên temaşekirina/ guhdarkirina stranên stranbêjên Başûr û Bakur didim ber hev.
Stranên Bakuriyan çiqas serkeftî bin jî, pirr pirr kêm caran hejmarên temaşekirina wan digihêje sedhezaran, û mîlyonan.
Lê ên Başûriyan ne wiha ne. Çi cure be, kî bêje zêde ferq nake, hejmarên temaşekirina/ guhdarkirina wan her tim zêdetir e.
Hele hinek stran hene qet tehma mûzîkeke baş û xweş nayê wergirtin, lê tu dibînî bi milyonan hatiye temaşekirin/ guhdarkirin.

Ev rewş hêleke ve (bo Bakur/iyan) dram û trajedî ye, lê bi min, ji vê zêdetir, giringî û rastiya xwedîhêzbûnê/ xwedîdewletbûnê nîşan dide.

bê xwedî û sermiyan xelkek hertim kêm e...

Tuesday, April 26, 2022

Tanaka û derew

serê salên 2000an Japonekî bi navê Tanaka min naskiribû.
çiku em li welatê Romê bûn, rojekê, ev pirsa vala li Wî jî hate kirin.
"derheqê mirovên welatê me tu çi difikirî?"
Bersiva Tanaka qet ji bîra min neçûye, û ez dibêm dê neçe jî:
"Mirovên vî welatî pirr derevan dikin. Û bi hêsanî bi kesî bawer nakin, lewre, bi wan wer tê ku herkes mîna wan derewan dike."
xwediyê pirsê stûyê xwe xwar kir û bêdeng ma. ez dibêm poşman jî bû ku ew pirs li Tanaka kir.

ev helwesta bi gelemperî hê jî berdewam e û min gelek aciz dike.

hûn dê bên çawa.

niha, di çîroka xwe a hebûnê û xwebûnê de du şîarên ên bingehîn ev in: yek, an rast bêje an nebêje. didu, dema ragihandinê de qesta te çi be wê bêje. şîara pêşîn jixwe eşkere ye. lêbelê, a diduyan çima û çawa dibe nizanim, qet nakeve mêjiyê mirovan.

nemaze hin mirov û di hin rewşan de, wehm dikin ku ez xwedî ajandeyeke nepen im, û gotin û hereketên xwe li goreyî vê dikim. û herçiqas ez bi eşkereyî û sadeyî vebêjim ku tiştekî wiha tuneye jî, nikarim wan bidim bawerkirin.

tiştekî ecêb û bizehmet e.

Friday, April 22, 2022

"ne-tişt"

nûnerê heqxwuran dibêje "em ê li hev werin/ heqê xwe ji hev helal bikin."
nizanim, lê herhal kesek/Kurdek derneket û negot, "hûn ên heqxwur in, heta em helal bikin, divê hûn li ber me bigerin. û em jî, heta hûn heqê me nedin, bi we re li hev nayên!" zimanê xwe rast bike!"

çiku, ê heqxwur divê stûxwar be, ne qurre.
û ê mexdûr jî serbilind be.
lê, mixabin, em ewqas hînî rewşa xwe bûne ku, mêjiyê me bi temamî tevlihev bûye.

dibêjin dema koletî li Emerîkayê hate rakirin, hinek kole demekê şûnde vegeriyan û ji xwediyê xwe xwestin ku wek kole li cem wan bimînin.
hema bêje, bi awayekî nûjen, em Bakurî jî di vê derûniyê de ne.
yan jî, tiştê ku ji me tê xwestin, bicihkirina/qayimkirina vî derûnhalî ye.

di lîteratûra kolonyalîzmê de wesfek heye: "sub-object." wek "ne-heyber" dibe bê wergerandin. bi zimanê rojane em dikarin bêjin "ne-tişt".
rewşa Bakur jî, bi min, ev e.
heta em bi rastiya xwe ve rûbirû neyên, windakirin/ windabûn teqez e.