Friday, April 28, 2023

faşîzma firoşyaran

em, bi wesfê kirriyar/muşterî gelek caran duçarê "faşîzma firoşyaran" dibin.
lê, çawa?
firoşyar, tiştekî li xwe bar dike, tîne cem me da ku bifroşe. navê vê "teklîf" e.
Kirriyarên wî, ango em, bi tiştê ku ew dixwaze bifroşe me qayîl nabin û nakirrin. navê vê jî "îcab" e.

bo ku danûstandinek çêbe divê îcabeta teklîfê bê kirin, nebe nabe.
cihê ku ev têkiliyan ava dibin re jî "bazar" tê gotin.
ango heger firoşyar û kirriyar li bazarekê bên cem hev, û teklîfa firoşyar ji aliyê kirriyar ve bê qebûlkirin danûstandin pêk tê.

danûstandin, di xwezaya xwe de bidil e; yek bi îradeya azad dide, ê din jî distîne.
niha, heger herdû alî yan aliyek bêyî îradeya azad bikeve nav vê têkiliyê îrade îfsad dibe, azadî ji holê radibe.

naxwe, faşîzma firoşyar çi ye?
firoşyar tiştekî tinê ku bifroşe, lê kirriyar pê qayîl nabe û nakirre.
lê firoşyar tahdeyê lê dike û bi awayekî mecbûrî tiştê xwe difroşe kirriyar.

dawiya gotinê, heger hûn derdikevin bazarê, îhtimal e ku malê we di destê we de bimîne. Heger kirriyarên we çênabin, bizanin ku we malekî hêjayî kirrînê neaniye bazarê.
ne girîng e çi malê we heye; stranek, pîrtûkek, fikrek, kincek, helwestek û hwd. çi dibe ew zane.



Sunday, April 23, 2023

bi minasebeta Roja Pirtûkan

pirtûk hevalê min ên herî dilsoz in.
kengî berê xwe didimê, bi germahiyekê û rûkeniyekê pêşwaziya min dikin.
dema li cem im, qet aciz nabin. dema diçim, çav li rêya min in.
mayîna me li cem hev aramiyeke bêhempa diwelidîne.
jê dûr mayîn, hesretek e.



Saturday, April 22, 2023

bindestî û cixare

kêşandina cixareyê, ne me'rifetek e.
bêyî xwe bi destê xwe xwe kuştinê tu wateya wê jî tuneye.
em Kurd, divê êdî ji vê merhaleyê derbas bibin.

kêşandina cixareyê, ev çend sal in ji nav dinyaya modern tê kêmkirin/ rakirin, nexasim ji qadên giştî.
ev, him bo takekes him jî bo civakan yek ji nîşanên medenîbûnê tê qebûlkirin.
çiku, tê hizirîn ku mirovê medenî, zirarên wiha nade xwe û derûdora xwe.

li nav me Kurdan, taybetî jî Kurdên Bakurî, qasî çavdêrî dikim, hêj cixare berbelaviya xwe winda nake. Nemaze, li deverên xizanî û nezanî lê zêde ye kêşandina cixareyê him bi rêjekî him bi sixletî zêdetir e.

dikarim bêjim kêşandina cixareyê û xizanî û nezanî hev mezin dikin. Ango, her çi qas xizanî û nezanî zêdetir dibe kêşandina cixareyê jî zêdetir dibe. du îhtimal hene: yan nezan e, yan kêmaqil e; helbet heke nexweşiyeke xwe tunebe.

dawiya gotinê: kesek an gelekî bindest, eger dixwaze xwe xelas bike divê mêjî, nêrîn û hestên xwe zelal bike.
ew zelalî jî, bi bin dûyê cixarê de pêk nayê.




Wednesday, April 19, 2023

ew xaniyên tên hilweşandin

ez di van xaniyan da çêbûm, di van de heya çend saliya jiyam.
ez ji zû ve çûbûm, êdî wan jî xatir xwest.

ev xanî, li gundê Qamûşli a Semsûrê ne.
Xaniyên mala Remezanê Awî Îsmê ne.
Remezan bavê min ê çil û hinek salan e. 😊
dixwazim, bi îzna we, hinek tiştan binivîsim.
Erê lê, ma meriv çend caran hilweşîna xaniyên xwe dibîne!?

wek min gotî, ez û hemû xwişk û birayên xwe di van xaniyan de çêbûn.
Nebêjin, çend in? 😊
ev xanî, şahidê bîranînên min ên 'ewilîn in.


dixwazim çendekan li vir rêz bikim.
*di du saliya xwe de ev xanî şewatîn. ez dabûm ber nanê sêlê ê ku ji şewatê xelas kiribûn.
min hêj nikaribû bimeşim.
ên kanibûn hewl didan agir vemirînîn, min jî ew nanê hişk kirtik bi kirtik jê dikir, diavête devê xwe.

*temençeyeke bavê min hebû, dema min dît, dibe ku du-sê salî bim.
êdî pasikî bûbû.
paşê ew çi bû, nizanim.
heya êpê salan min digot qey ê ji derekê derkeve, çû û çû.

*piştî di sala 12 ê Îlon a sala 1980yan derbe çêbû, leşker bi cemseyan li gundan li silehan digeriyan.
rojeke ku leşker hatibûn gund, bavê min kincên xwe ên bajêr li xwe kirin, derket û ber bi bêndera gund çû.
leşkerekî bi çirpiyekê li piştê xist. ez li hewşa van xaniyan bûm.

*Matora me a siftê şevekê hate ber van xaniyan.
*Bekir ê xêrnedî, li hewşa van xaniyan hate şuştin.

welhasil, heya xortaniya xwe min gelek tişt li vir jiyîn.
paşê ji gund jî û ji bajêr jî derketim.
îsal, temam sîh sal e.
êdî herim jî dê ew nebin.




Sunday, April 16, 2023

li ser gotarên li medyaya Kurdî tespîtek

sedem çi ye baş nizanim; belkî mikemmelheziya min, belkî qeyta heqîqetê.
rastiyek heye, medya Kurdî li Bakur her ku diçe baştir û geştir dibe.
bo min cihê kêfxweşiyê ye.
lê dîsa jî, divê bêjim:
di nivîsînê, redaksiyonê û edisyonê de gelek kêmanî hene.

li bendê me taybetî di nivîsînê de êdî ew şaşiyên bingehîn ji holê bên rakirin.
ez bi keda medyaya Kurdî serfiraz im, ew rastî ye.
li aliyê din, naxwazim peyvên şaşnivîsî û hevokên nedirist bixwînim, ew jî mafê min ê.
hinek îtina û ihtimam ji kerema xwe.

Wednesday, April 12, 2023

meriv bi çi bikeve rind e

Beriya çend salan rojekê li birayekî xwe geriyam.
Di nav me de gotûbêjeke wiha derbas bû:

-Tu çi dikî?
-Welle, ez niha li ber pêz im.
-Te pez bire ku?
-Min bire ser Girê Fisa.
-Wêhêy, mîna ku tu bi çolê kevî!
-Hinekî wirga bû, lê bi gû ketinê rindtir e. 
😊

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...