Friday, January 5, 2024

li ser Zahîdeyê

Zahîde Xan, xwesûya min e.
Keça Xatûnê.
Bi xwe jî xatûnek e.
Liv û tevgera xwe her xatûnkî ye.

Di jiyana min de kesayeteke taybet e, erênî û nerênî.
Li jiyana min bandoreke mezin kir.
Min her tim rêz lê girt, tevî ku zanibim bû sedema min.

Her tim bo êndin jiya, ne bo xwe.
Jiyana êndin jiya, ne ya xwe.
Tebîeta xwe wirga bû.
Lazim bû ji xwe re bijî, lê nekir.

Pirr tişt, pirr neheqî, pirr zilm, êş û elem dîtin.

Jiyanê, ew heq nekir.




No comments:

Post a Comment

Beştepe

îro bi saya mamosteyê ezîz İbrahim Bor em çûn Qesra Hezarmenzelî, ango Beştepe. çiku plana me li hev nehat me xwarin tev nexwar, û ez birçî ...