Thursday, March 31, 2022

xenzîr

'newala xenzîra' hebû li jêra gundê me.
navbera me û gundê meşetliyê.

meşetlî di bin bendavê de ma, 'newala xenzîra' jî, 'hezek' jî.

av heya nêzikî gundê me hat, lê negihiştê.

min tu caran xenzîr nedîtîn, lê berê li wê newalê hebûne. 

ew newala ku bavê min xwe ji xwedê re dikişand û digot, 'dakeve jêr! tu ne yek, çil bî jî ez ê te bikujim!'
çiku bakur nok û nîskên me totî newala xenzîra dikir.

vêga gotin xenzîr daketine deştê, ji nêza.
çend kesan xwestine xenzîrekî bikujin, bi şaşî yekî meriyekî xwe kuştiye.
bi heft gulleyan.

xwendin

li goreyî hesabekî xavî, min heya niha dorî pêncsed hezar rûpel xwendine.
ji vê zêde ye, ne kêm e.
ji min bipirsî, helbet ne têr e ne bes e.
heya hebim, herhal ê xwendin jî bi min re be.

dewra 'pûtînan'

em zanin dewra 'pûtînan' êdî radiwire, ew jî zanin.
dinya ber bi rêyeke din ve diçe.

ji ber siruşta wan û dezgeha otorîter/ totalîter, ê bi hêsanî dest ji desthilatê bernedin.

çiqas zû herin, dahatû ê ewqas ronîtir be.
ha ji we re cîhad, ha ji we re têkoşîn!

li hêla din, nemaze ji 20 salan vir ve ew bayê sergerm ê popûlîzmê pirraniya me kire bin bandora xwe û me bi destên xwe ew kes afirandin, mezin kirin, kirin hikumdarê xwe.

ê me xelas bike jî dîsa em in; zêhn, bawerî dest û pêyên me.

Wednesday, March 30, 2022

Tara Mamedova

Tara Mamedova - Çavreş 
https://t.co/1XohivcAbX
dema min li zaningehê dixwend di rêya navbajarî de ji dengê #Reşo guhdarî vê stranê dikir.
di walkmanê de.
ji wê vir ve min ji dengê kesekî din nebihîstibû.
@taramamedova bi şêweyê xwe ê ciyawaz ez birim wan deman.

Tara xanim, sê stran xwendinê û weşandine.
terzekî cuda ye.
hersê stran jî ji xweşiya min çûn.
keda wê sax be.

nebêjim nabe:
dema me mûzîka Tara Mamedova fehm kir û jê hezkir, ez ê qinyad binîm ku hêj hêvî heye.

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...