Wednesday, May 31, 2023

li ser jinê

ji jinekê jêgirtinek:
"ji jinê re cedel lazim e; çi bixwe dike, çi ji tunetiyê derdixe, çi jî yên cedel dikin temaşe dike. heke cedel kêm be ruh û bedena jinê ditengije."

Monday, May 8, 2023

tazîbûn, overrated e

tazîbûn, xwetazîkirin, xweşilfûtazîkirin di nav civakên modern de tiştekî overrated e, yanê, qîmeta / wateya ku lê tê barkirin, ji esasê wê gelekî zêdetir e/ girantir e.
wek em hemû zanin, 'siftê, tazîbûn hebû.'

sewa ku ew wateya lê hatiye barkirin, muxatabê wê jî dikevin helwestekê.
a rast, bêguman serbestî ye, lê tenê ji bo ku tiştek hatiye sînordarkirin/ qedexekirin, mirov naçe wî tiştî nake.
rastî û şaşî, ne di vir de ye.

Wednesday, May 3, 2023

divê mezintir bibim

hewl didim, hesab dikim bê fêyde ye.
tenê dixwazim derfetekê bibînim/ ava bikim ku vehesêm, lê mixabin!
divê "xwe mezintir bikim!"
bi vî laşî, vî ruhî û vî mêjiyi nabe bi ser kevim, belkî li ser xwe bimînim.

pirs ev e: hidûdê min çi ye?
ku ez bimînin, ez ê bibînim.
û
helbet, her tişt hetaheta mezin nabin;
en dibin hene, ên nabin jî, ên ji wextekê şûnde vedikişin jî. 😊

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...