Saturday, June 25, 2022

fehmkirin

fehmkirin, li ser hesabê "vebêjer"e; ne li ser hesabê "guhdar"e.
heke yek yekî fehm neke ne ku guhdar fehm nake, lê belê vebêjer nikare xwe bide fehmkirin.

kurd û neteweperwerî

 jêgirtinek: (nizanim kê ew got, ji ber wê lêborînê jê dixwazim)

"bo Kurdan neteweperwerî ne 'hilbijartinek e', lêbelê bona hebûna wan 'mecbûriyetek e.'

çiku, heger Kurd nebin neteweperwer, wê nikaribin hebûna xwe bidomînin.

lê, bawerî ne wiha ye, bawerî hilbijartinek e."

fîlosofîkurdî

hem di axaftinê de hem jî di nivîsînê de, wek hilbijartinekê, peyva/bêjeya "fîlosof/î" bi kar tînim. 

awayên din ên peyvê ne bi dilê min in; wek felsefe/felsefevan/feylesof, fîlozofî /fîlozof û hwd.

wek nêrîn û helwestekê jî, bi min, divê Kurmanciya qadên zanyariyê li goreyî zimanên resen, heke nebe jî li goreyî Îngilîzî bên çêkirin.

Li goreyî zimanên bişafker/serdest/zordest ên li hemberî Kurdiyê/Kurmanciyê divê ev zimanan neyên çêkirin.
Çiku kedên wiha, nabin "çêkirin", lêbelê dibin "xerakirin".

Helbet ne hewce ye, li ser ew qaşo xizmetkarê Kurd û Kurdî tiştekî bêjim, ku bi zimanên Erebî, Farisî û Tirkî berheman çêdikin, di ser de gencîneya Kurdî werdigerînin bo van zimanan.

wek bawermendekî jî, heke ew roj hat û ji min hate pirsîn, helbet wê heqê min li wan nehelal be.

Wednesday, June 8, 2022

aborjîn

aborjînên Awistralyayê rojekê çermegewrekî dikin mêvan.
demeke ku di nav daristanê re derbas dibin, derbekê de hemû aborjîn disekinin.
çermegewr meraq dike dipirse:
"çi bû, hûn çima sekinîn?"
bersiva aborjînan bêhempa ye:
"em zêde bilez meşiyan, bedenên me bi me re hatin, lêbelê ruhên me li paş man. em niha li benda ruhên xwe nin."

Monday, June 6, 2022

Thursday, June 2, 2022

şewqefiroş

 şewqefiroşek hebûye. gund bi gund, qeza bi qeza digeriyaye û şewqe difirotine.

rojekê li bin darekê rûniştiye û bi xew ve çûye.

rabûye ku çi bibîne! xeynî a serê xwe şewqe mewqe tunene.

tavilê rabûye daye nav daristanê, ku şewqê xwe bibîne.

pirr neçûye li keriyekî şempanzeyan rast hatiye. mêze kiriye ku şewqeyên xwe giş di destên şempanzeyan de ne, ji xwe pê dileyizin.

kêfekî dikin ku, nayê te'rîf kirin.

şewqedar, yekî zîrek bûye. piştî fikirîneke dûr û dirêj, bo ku şewqeyên xwe ji şempanzeyan bistîne rêyek dîtiye.

şewqa serê xwe avêtiye hewayê, çawa ku wirga kiriye hemû şempanzeyan jî şewqeyên dest xwe avêtine.

şewqefiroş bi bayê bezê şewqeyên xwe kom kirine.

ev çîrok bi salan hatiye gotin, li her deverê welêt belav bûye.

roj û sal derbas bûne, şewqedar çûye rehmetê. nêviyekî wî dest bi şewqefiroşiyê kiriye. 

hûn bêjin qeder, ez bêjim tesaduf, bila hinekên din jî bêjin çîrok, neviyê şewqefiroş jî ketiye heman halî.

çawa ku ji xewa bin darê rabûye û dîtiye ku tu şewqe nemane qet xwe neêşandiye, neketiye qeytê jî.

rabûye çûye cihê ku şempanze bi şewqê wî dileyîzin.

bi xwe bawer, şewqa li serê xwe avêtiye hewayê, lê...

şempanzeyekê şewqa li hewayê girtiye û di ser de jî şemaqek daye bin guhê lêwik, gotiye:

"ma qey kalê te tenê heye kuro!?"


İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...