Thursday, June 2, 2022

şewqefiroş

 şewqefiroşek hebûye. gund bi gund, qeza bi qeza digeriyaye û şewqe difirotine.

rojekê li bin darekê rûniştiye û bi xew ve çûye.

rabûye ku çi bibîne! xeynî a serê xwe şewqe mewqe tunene.

tavilê rabûye daye nav daristanê, ku şewqê xwe bibîne.

pirr neçûye li keriyekî şempanzeyan rast hatiye. mêze kiriye ku şewqeyên xwe giş di destên şempanzeyan de ne, ji xwe pê dileyizin.

kêfekî dikin ku, nayê te'rîf kirin.

şewqedar, yekî zîrek bûye. piştî fikirîneke dûr û dirêj, bo ku şewqeyên xwe ji şempanzeyan bistîne rêyek dîtiye.

şewqa serê xwe avêtiye hewayê, çawa ku wirga kiriye hemû şempanzeyan jî şewqeyên dest xwe avêtine.

şewqefiroş bi bayê bezê şewqeyên xwe kom kirine.

ev çîrok bi salan hatiye gotin, li her deverê welêt belav bûye.

roj û sal derbas bûne, şewqedar çûye rehmetê. nêviyekî wî dest bi şewqefiroşiyê kiriye. 

hûn bêjin qeder, ez bêjim tesaduf, bila hinekên din jî bêjin çîrok, neviyê şewqefiroş jî ketiye heman halî.

çawa ku ji xewa bin darê rabûye û dîtiye ku tu şewqe nemane qet xwe neêşandiye, neketiye qeytê jî.

rabûye çûye cihê ku şempanze bi şewqê wî dileyîzin.

bi xwe bawer, şewqa li serê xwe avêtiye hewayê, lê...

şempanzeyekê şewqa li hewayê girtiye û di ser de jî şemaqek daye bin guhê lêwik, gotiye:

"ma qey kalê te tenê heye kuro!?"


No comments:

Post a Comment

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...