Friday, August 26, 2022

çar armancên jiyanê

mêjîzelalî, bîrzelalî, dilzelalî, nêrînzelalî.
çar peyv, çar diruşme, çar armanc.

xirabî, bi xirabiyê nayê pîvan

pîvana xirabiyekê, ne xirabiyeke din e. Bi awayekî din, xirabî bi xirabiyê nayê pîvan.
mînak: g. xwarin, bi r.x xwarinê nayê pîvan 😊 (haşayî haziran)
her fi'l (kirin) bi serê xwe tê nirxandin.

Thursday, August 25, 2022

li ser pirtûka "TesrîfaTeremaxî"

Pirtûka TesrîfaTeremaxî bi tewsîfa "Yekemîn Gramera Kurdiya Kurmancî" ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê di sala 2018an de hatiye çapkirin. Amadekarê wê, birêz Aydin Üneşî ye, bi navê mustear Merdan Newayî.
(Çiku di pirtûkê de ev hûrgilî/ malûmat kifş e, li vir min jî parve kir.)

Muellîfê/ Danerê pirtûkê Mela Eliyê Teremaxî di sedsalên şanzdemîn û heftemîn de jiyaye, melayê medreseyê.

Pirtûk, li ser medreseyên Kurdan û dîrokçeya wan agahiyên kurt û biqîmet dide. Beşeka pirtûkê bo wê mijarê hatiye terxankirin.

Beşa duyem li ser Mela Eliyê Teremaxî, a sêyem li ser taybetmendiyên berhemê ye.

Di beşa çarem de amadekar, berhem transkrîbe kiriye û bi Kurmanciya rojane metn daye ber destê xwendevanan.

Bo min hinek taybetiyên pirtûkê ev in:

-Çiku pirtûk cara yekem qala rêzimana Kurmancî dike, gelek bi qedr û qîmet e. Her çiqas, ev behs tenê li ser serfê (kişandin û kesandin) be jî.
-Zimanê/vegotina wê, ji aliyê şêweya nivîskariya wan deman de hinek fikran dide meriv, ez bi xwe ji wê tehma kevin û mayînde gelek hez dikim.
-Erê, ne pirtûkeke rêzimanî a kamil e, divê meriv bi wî çavî lê nenêre. Belê, ji bo hebûn û xwebûna Kurmanciyê delîlek e.

Wednesday, August 24, 2022

li ser fîlmên Quentin Tarantino

Min hemû filmên ku Tarantino derhêneriya wan kiriye temaşe kirin.
Bi taybetî ji aliyê çîrok û hûnandinê ve bala min kişand.
Pirr caran jî min tehmek ji fîlmên wî wergirt.
Ji vê şûnde ez ê jî li benda fîlmên Wî ên nû bim.:)

Di fîlman de hinek tiştan ez aciz jî kirim helbet, nebêm nabe:)
Wek mînak,
-Di hinek fîlman de sehneyên zêde tundrew/ bişîdet hene, nexasim di Kill Bill an de.
-Gelek zêde cixare û alkol heye, hewce ye nizanim.
-Tarantino li gorî dilê xwe tevdigere, bi min wirg tê ku derdekî wî heye, û li ser wê karê xwe ava dike.
yanê, temaşevan û rexnegir û kesên din ne xema wî ne. yanê, ne li şopa şohretekê ye.
fîlmên min herî zêde jê tehm girtî jî (ne bi rêzê) ev in:
-Jackie Brown (1997)
-Death Proof (2007)
-Inglorious Basterds (2009)
-Django Unchained (2012)
-The Hateful Eight (2015)
-Once Upon a Time in Hollywood (2019)

ji van fîlmên hanê min zêde tehm negirt:
-Resevoir Dogs (1992)
-Pulp Fiction (1994)
-Kill Bill 1, 2 (2001, 2004)

Hêjayî gotinê ye ku, di hema hema her fîlmên Tarantino sehneyên baş û xweş hene. Mînak, di Pulp Fictionê de sehneya dansê, di Kill Bill an de sehneyên şer û hwd.
Ango, fîlmên ku dibêm zêde ji ber xweşiyê min re neçûn jî hêjayî temaşekirinê ne.

Sunday, August 14, 2022

li ser meseleya "qala xwe kirinê"

li ser meseleya "qala xwe kirinê":
dibên "tu pesna xwe nede, bila xelk bide!"
çiku pesnaxwedayîn di çanda me de nebaş tê hesibandin.
heya derekeyekê, ez jî li ser heman helwestê me.
belê, bi min divê em xetekê li deverekê bikişînin
û
pesnaxwedayînê û qalaxwekirinê ji hev veqetînin.
çiku, her qalkirin ne pesindayîn e.
lê, her pesindayîn qalkirinek e.
bi min divê xet li vê talê re bê kişandin:
heger meriv bi qalkirina xwe fêdeya êndin dide ber çavan, ew yek qalkirin e, normal e, lê ku fêdeya xwe dide ber çavan, ew dibe pesindayîn.
li gorî min, ê yekê normal e, carinan hewce jî pê heye, lê ê diduyan him ne lazim e, him jî xwediyê xwe dadixe.

teralî, ne li gorî min e

van sê hefteyên dawî, min çi kir? -wergerek çêkir 
-du redaksiyon kirin 
-malek bar kir 
-heftekî nexweş ketim 😊
"bê şixul jiyan nabe!"

li ser vê meselê:
bêyî zarûriyet û pêdiviyên qethî, her ku disekinim, radiwestim (yanê bi kêfî tu tiştî nakim, lê teraliyê dikim), ez xwe pirr û pirr bêqîmet hîs dikim. Bi min ku, ez di demên wiha de xayintîyê li xwe û hebûna xwe dikim.

her ku eware disekinim, mîna ku ber bi mirinê ve diherim hîs dikim.
sewteke wiha di serî min de xwe dubare dike:
"medam tu ê kêrî tiştekî nêyî, tu çima heyî!?"
nizanim rind e ev hal, yan na, lê rastiya jiyana min jî ev e.

Sunday, August 7, 2022

kuştin, nayê xwestin

 kuştin, xwedî ruhê xwe ye.

carekê ji 'ezmên dakeve erdê, kes nizane ku ê kî kê bikuje.

wê sewê, divê meriv kuştinê nexwaze.

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...