Thursday, August 25, 2022

li ser pirtûka "TesrîfaTeremaxî"

Pirtûka TesrîfaTeremaxî bi tewsîfa "Yekemîn Gramera Kurdiya Kurmancî" ji aliyê weşanxaneya Nûbiharê di sala 2018an de hatiye çapkirin. Amadekarê wê, birêz Aydin Üneşî ye, bi navê mustear Merdan Newayî.
(Çiku di pirtûkê de ev hûrgilî/ malûmat kifş e, li vir min jî parve kir.)

Muellîfê/ Danerê pirtûkê Mela Eliyê Teremaxî di sedsalên şanzdemîn û heftemîn de jiyaye, melayê medreseyê.

Pirtûk, li ser medreseyên Kurdan û dîrokçeya wan agahiyên kurt û biqîmet dide. Beşeka pirtûkê bo wê mijarê hatiye terxankirin.

Beşa duyem li ser Mela Eliyê Teremaxî, a sêyem li ser taybetmendiyên berhemê ye.

Di beşa çarem de amadekar, berhem transkrîbe kiriye û bi Kurmanciya rojane metn daye ber destê xwendevanan.

Bo min hinek taybetiyên pirtûkê ev in:

-Çiku pirtûk cara yekem qala rêzimana Kurmancî dike, gelek bi qedr û qîmet e. Her çiqas, ev behs tenê li ser serfê (kişandin û kesandin) be jî.
-Zimanê/vegotina wê, ji aliyê şêweya nivîskariya wan deman de hinek fikran dide meriv, ez bi xwe ji wê tehma kevin û mayînde gelek hez dikim.
-Erê, ne pirtûkeke rêzimanî a kamil e, divê meriv bi wî çavî lê nenêre. Belê, ji bo hebûn û xwebûna Kurmanciyê delîlek e.

No comments:

Post a Comment

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...