Sunday, March 26, 2023

hevdîtineke bêhempa

Piştî demeke dirêj, tu bêje pênc ez bêjim pênc û nîv, hevalekî min ji Amedê hat, bo hilbijartinên Komeleya Zaningeha me, Mekteb-î Mülkiye.
Me çend saet tev derbas kirin.
Min gelek gelek kes dîtin bi vê sayê; heval, nas, mamoste, bîçûk, mezin.
Çiku mixabin ji ber şert û mercên jiyanê derfet çênebû ez di nav hevalan de bimînim, civakîbûneke asayî/tendurist bijîm, ev çalakî û hevdîtin bo min wek dermanekî bû.
Hêlekê ve jî, ez bi belengaziya jiyana xwe ve rûbirû hatim.
Heya çend saetan em li Komeleyê man.
Di veqetandinê de min sweaterekî Zaningehê jî kirrî, ku min pirr dixwest.
Paşê em pênc heval, ên ku bi salane nehatine cem hev, çûn tesîsên ODTÜyê.
Me xwar, vexwar, civateke xweş gerand.
Heta ku êdî gotin divê em tesîsan bigirin.:)
Xwezî bi carên din.


No comments:

Post a Comment

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...