Sunday, June 25, 2023

jiyan xwebicihkirin e

ew gotina/ bêjara ku dibêje "mafê kesekî tuneye ku wiha bike", ji zimanekî/helwesteke pasîf dertê.
dema mirov (kanibe) bêje, "ez nahêlim ku tu vê neheqiyê/zilmê bikî" ziman û helwest vediguhere ser awayekî aktîf/çalak.

bi awayekî din.
helwesta pasîf: "lazim e tu wiha nekî, ew neheqî ye."
helwesta aktîf: "ez nahêlim ku tu wiha bikî."
jiyan, "xwebicihkirin" e, ango "pozîsyon hilgirtin" e.

pozîsyon, di piraniya jiyanê de kîbûna me him dide der him jî diyar dike.

dema mirov, helwest û pozîsyona xwe şaş diyar bike, gelek tiştên ku dike bêwate yan kêmwate dimînin.

No comments:

Post a Comment

İsmet Özel

İsmet Özel üzerine çok çok şey yazılabilir, konuşulabilir elbette. Benim için bir ve tek şey söylemek yeterli: Çok iyi bir şair, ve çok güze...