ez di van xaniyan da çêbûm, di van de heya çend saliya jiyam.
ez ji zû ve çûbûm, êdî wan jî xatir xwest.
ev xanî, li gundê Qamûşli a Semsûrê ne.
Xaniyên mala Remezanê Awî Îsmê ne.
Remezan bavê min ê çil û hinek salan e. 😊
dixwazim, bi îzna we, hinek tiştan binivîsim.
Erê lê, ma meriv çend caran hilweşîna xaniyên xwe dibîne!?
wek min gotî, ez û hemû xwişk û birayên xwe di van xaniyan de çêbûn.
Nebêjin, çend in? 😊
ev xanî, şahidê bîranînên min ên 'ewilîn in.
dixwazim çendekan li vir rêz bikim.
*di du saliya xwe de ev xanî şewatîn. ez dabûm ber nanê sêlê ê ku ji şewatê xelas kiribûn.
min hêj nikaribû bimeşim.
ên kanibûn hewl didan agir vemirînîn, min jî ew nanê hişk kirtik bi kirtik jê dikir, diavête devê xwe.
*temençeyeke bavê min hebû, dema min dît, dibe ku du-sê salî bim.
êdî pasikî bûbû.
paşê ew çi bû, nizanim.
heya êpê salan min digot qey ê ji derekê derkeve, çû û çû.
*piştî di sala 12 ê Îlon a sala 1980yan derbe çêbû, leşker bi cemseyan li gundan li silehan digeriyan.
rojeke ku leşker hatibûn gund, bavê min kincên xwe ên bajêr li xwe kirin, derket û ber bi bêndera gund çû.
leşkerekî bi çirpiyekê li piştê xist. ez li hewşa van xaniyan bûm.
*Matora me a siftê şevekê hate ber van xaniyan.
*Bekir ê xêrnedî, li hewşa van xaniyan hate şuştin.
welhasil, heya xortaniya xwe min gelek tişt li vir jiyîn.
paşê ji gund jî û ji bajêr jî derketim.
îsal, temam sîh sal e.
êdî herim jî dê ew nebin.
No comments:
Post a Comment